Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Lo heyra ka bise! Bes loma bike çi dihungiv û diesire Di dil de Va ye zilm dibare Ka Ka hişê hişyar î jîr Barhilgirê têrqawet û têrzane Lo heyra ka bise Kê nefirot Ax û rûmet bi geza nanî Kê û ke xwe nefirot Bûn neyarê şervanê/n azadiyê û kê rizgar kir çend gir an çiyayê xîrêtê Ax û ax belaser e yê/a ku d(n)izane Lo heyra ka bise Kî yê xwedîgotin û pariyên mezin çi dike/in li welatên biyanî Di koxa zilmê Di pêxêla yarê -Wele Kurdistana we yar û diravên kesk in- Meyfiroşên şoreşê Aqildarên giran Bi serîlêgeriyayî ne sîtehlikek in jî û neyarên keda azadiyê Tew bi ser de azadîxwaz û şoreşgerên mezin! “Ez namirim bi vê derbê Lê ez ê bimirim bi vê kerbê” Ma ne zilm dibare Lo heyra ka bise Em dimirin Em dadigirin girtîgehan Em dibezin li çiyê Hûn pesnê xwe didin! û Hûn dibêjin Kurdistan! Lo heyra ka bise “Ê/A ku dizan e dizane Ê/A ku nizane baqê nîskan e” 20.06.2012/Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz