Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
çiqasî ji şevên biharê hezdikim Tarî Tariya ku tu tiliyan di çavên hev re rakî Azman tev stêrk Mîna te Gewdê bê serî Stêrka gavanan Rêya kadizan Leylê û pêrmêzên Komika sêwiyan Kelogiriya evîna min Nizam çima ji te hezdikim Stêrkên azmanê Girê şêran Mîna yên Rewandiz û Qendîl çima dişibin hev stêrkên asîmanê welatê min Lê em ji hev cuda çima Betilîm ji pirsên bêbersiv û Gihayê hewşê tehl e Tu yî stêrka sibê û Ez im stêrka êvarê Ya mixrubê… Dagerîna bêserî Bêdawiya elatrîkên beriyê Yên Qamişlokê û Amûdê Sirbangên xwekêşên Soran Sorana gewre ya ku zordariyê ew kiriye Dîana Sêrkêşê tu! Ho yarê De metirse Evîn gerdûnî ye Em tev gerdûnî Em tev li hev helal in! Ka ew roj! û Ez hê jî evîndarê te me Mîna Geliyê Elî begê Hevrezanîn, kûrderdîn û qirkirina bira Qirkirina dil Na, na qirkirina evînê Neyarê bedena xwe Neyarê hebûn û evînê ye Divê çareser bibe ev nakokî Hê Mîr Mihemed Ka ew soz! çiqasî ji reşî û kûrtariya çavên te hezdikim Ez evîndarê du giran im Tewş digere şev û roj! 22.04.2012/ Rewandiz

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz