(Nota Nivîskêr: Ji bonî Abdulwahît Kiliçê dergevanê dilê min…)
Wek gelê xwe
Tik û tenê
Hucreya tarî
Mîna jiyanê
Bi tenê
Tik û tenê
Wehîd..!
Zilma giran
Ku kêr da hestî
Berxwedan e
Serîhildan e
Jiyan jixwe şikestî
Herê
Wehîd..!
Bêkes
Lê ne bêumîd
Wehîd
Lehengê aştiyê
Herdem Egîd..!
14.07.2012-Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön