Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hê dîlberê gerdengazê Lêvşêrînê awirbazê Dil ji ber vê b'kazekazê Bi qêrîn e di hezazê Ev hezaza kûrawiran Ketim bîra dilgawiran Sêngûbera çêjhinguvan Ev bejna ta spîdaran Spîdara li Heskîfê Bi xweşkêşa Selwadilê Hiş ji min bir Melagulê Bûme bengîn î bêhişgirê Bejnûb ala Zînxemilî Dil ji min bir bi wî kenî Ew awirên dilkulkul î Sêngzozana xweş bigulî Hê dîlberê hê segbavê Te'z gêj kirim û avêt avê Ev av dibe ta Mûsilê Ez Siyabendê sing di dilê Ramûsanek b'rihê min e Bêj e herê îro ji min re Ba rihîstinek a li vir e Fîda giyan qet ne kul e Rengesmerê genimgunê Takrihanê li ber min ê Hiş û aqil çû wê dinê Ketim bextê evîndilê çi sûc li min ev sewda ye Bê sedem û bê lava ye Sûc ku he be tev ê te ye Ewqas rindî ma qey rewa ye Hê dîlberê ez bigorî Carkê av bide ser vî dilî Emrê çûyî tu tê de birî Ka keremke bisk û gulî Ligel biskan lêvên şekir Mêşhiguvbam ez li ser wir Bi ked û hêzê mêjim nemir Wek Melayî aqilê min bir Dayêm qirka takrihanî Deşta singê rengzozanî Bixwim mizdim wek şîranî çêkim pênêrê Heyderanî Serê deynim ser wî girî Derbas bibim nevala hûrî Li girê din konvekirî Emrê mayî b'rengbihuştî Sal tev çirkin li wê xwezayê Baevînî xweşî dayê Qet ranezim li wê serayê Hokim doşkim b'lorîndayê Li lewqabihust xwe bipêçim Bi bejna zirav xwe rapêçim Dara bilind ez dorpêçim Heta gorê ez mest biçim Xweşawirê xweşbiberê Ka em herin hebkî derê Xwebipêçim carkê b'tenê Ez qayîlim bi sedxencerê Jixwe xencer li ser dil e Bi yekdîtinê hezar kul e Dengizî bêhiş wer dikule Dilê zîz e wek bilbil e Ew bilbliê li ser latê Lata Kelhê banê Tîjlê Hêvya'm ew e tu azadê Bextewar bî li vê dinê Bo azadbî li jiyanê Xwîn dirêje li meydanê Kerem bike wer eywanê Tu jî dengved' li Cîhanê Bêje azadî evîn e Ew evîna ku li dil Zîn e Zîn azadê Memê dîn e Ferat bes e dil birîn e 19.02.2012-Heskîfê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz