Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tizbiya min winda ye We nediye gelo Ji ber ku hişê min winda ye Ê em nabin însan! Ê ku em her tim serwerê xwe şîrîn bibînin û eduwê qewmê xwe bin Hezar bi birçîbûne herin jî ma çi ye! nizanim Ji ber ku hişê min winda ye Yekî ku du gotinan dibihîse li ser serê me dibe alim! cahil li kursiya aliman e revok şervanên derewîn dadigirin xezîneya neyarên xwe û nabêjin çima Hûn şer dikin, em dimirin! Hew em keserê dikişînin Ji ber ku hişê min winda ye Berken Bereh bêheq nabêje “Di binê roja xeyidî de ewrên rûtirş hestên kal payîz!” Qira mêran hatiye Arjen melûl û bêdûnde Mirina hezaran jî nalivîne tiliya mirovahiya demokrat! naêşîne wijdanên bisilmanê “zureker!” Ma birçîtiya bi sedan li cem wan çi ye..! nizanim Ji ber ku hişê min winda ye Lê ez azadiyê dixwazim û ez ê bi ser bikevim Ji Mazlum dizanim Her ku mirovahî winda ye..! 09.10-03.11.2012 / Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz