Ho şiaro
Lawê hezê
Berxê çiyê
Ka bibêje
Ma bera kulmek ax e têra mirov
Ji lewma kulmekê jî nadin me
Niha
Tu çêtir dizanî
Niha
Bi sonda şihrên te
Em ê ji kesî re jî nehêlin
Kulmek axa xwe…
Bihustek axa te…
De bibêje lo
Hê tu “Ar” di”jen” î
Bijen
Wê diyarî te be
Diyarekî seranser azadî…
Me bêrya te kirye!
09.12.2012 / Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön