Mirina li xerîbiyê
Xerîbiya bi darê zorê
Zora serdesta bêriyê
Bêriya xaka pîroz
Xaka livîna sar
Sariya germiya hebûnê
çav li rê
Dil kovan
Awir melûl
Hêvî kedîkirî
Hêvî mehzûn
Hêvî Mezlûm û Mehsûn
Keda bêhempa
Ya jiyana bêxêr
Bêxêriya mêtingeriyê
Ka ez çi bibêjim
Mirina li xerîbiyê
Tu ocaxkor bî
Hevî azadî
Azadiya tav û Rojê
Azadiya key û keybanûyê
Azadiya newrozî ya pîroz
Herê mirin,
Ocaxa te kor be…
18.04.2012-Amed
(Nota Nivîskêr: Bi sedema mirina Hisoyê Dengizî (Hüseyin Turan) kekê birêz Adar Jiyan, ez mirina kedkarên li
mişextiya zordarî, mirina li welatên biyanî, mirina bêkesiya bi hesreta welêt şermezar dikim…)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön