Ne xewn e û ne xeyal e
Di dilê axê`d jiyan e
Av weke rihê min e
Helbet ezîz û heja
Xeta sor li dora min e
Nakokî tovê min e
Nemirin li benda min e
Ronahî malik ava
Roj xurtdibe bi xweşiyê
Lê ew tim di tengasiyê
Ger tu nediyê hêviyê
Jiyan dê biçe ava
Tov di kûr de tê çandin
Bi sebrê tê hûnandin
Kes nabîne guherandin
Nîmete li ser kulava
Axê ez sitirandim
Avê ez behirandim
Bayê ez qulipandim
Rojê ez kirim zava
Tava rastiyê ez im
şertariyê`d dibezim
Li dûrgê teyrê baz im
Derya bikin delava
Dewrêşê zanehiyê
Hurmuzê avahiyê
Ew dostê rojtengiyê
Kurmdarno mal ne ava
Mirinê min nasnekir
Rihan tev dewrî hev kir
Xweda û xweza ba hev kir
Got: Lê bikin silava
Tu yî mejiyê bindesta
şervan hember zordesta
Jiyan da te Avesta
Rojzêrînê du ava
12 Reşemî 2000 / Ordî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön