Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Av xwe berdide kûrahiyê Av ji kûrahiyê hez dike Timî ber bi kûrahiyê ve Gelo çima? Her tişt, her candar Tim dixwaze ber bi jor ve here, bilind bibe Mirov, hewa, dirext, gir, xweza Lê av ber bi kûrahiyê Gelo nakokî ye! An jî rastî ye Ji ber ku wate û hebûn Di kûrahiyê de ne Her tişt di kûrahiyê de diafire Lê paşê jî ber bi jor ve Ber bi jor û Jêr dibe qelsî, lawazî Dibe radestî kirhî û gelacî Lê azadî li jor e Jor hebûna rihê azad e Afirîna tovê hebûnê… Lewra tov di kûrahiyê de diafire Lê li jor dijî û li wirê azad e Ez jî dixwazim têkevim kûrahiya dilê te Bibim tovê evînê Bibim tovê heskirin û hêviyê Evqas êş û elem Evqas derd û bela Tev ji bo vê Ma tu zanî Tu ji min re mîna avê ezîz î Herwiha wek ku Tales jî dibêje Bingeha jînê av e Tu candarî, tu hebûnî, bêav nabe Lewra xwe berdide kûrahiyê Hebûnî jî paqijî jî tev av, tev bi avê Nizam tê bîra te Di berbangê de em li ber avê bûn Me digot Tu berbang mîna berbanga vê axê A vî welatî ne xweş e Ne rengîn e û ne hestiyar e Di hênekahiya dil de Di hênekahiya siya çilo de çiloyê berrûyê Devî an jî dar a berrû Berbang li vir jiyana dilovan e Mina dilopa avê Dilopa bingeha jiyanê A evînê Li Girê şêran Li Kûrahiyê û li Darka Sorçilo Di kûreya kûrahiya dilê min de Tovê aştiyê… 1 Rezber 2004 / Farqînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz