Dikim ku li qoziyekê rûnêm
û
Serê xwe têxim navbêna herdû destên xwe
û
Têra xwe bigirîm
Bi kesera deh salan
û
Kelegiriya ewqasî sal
Belkî kesera min vala bibe
û
Ez kulên dilê xwe verişînim
Lê mixabin
Ez nikarim
Ji ber ku
Ez
Zilam im
Kurd im
şoreşger im
Serhildêr im
Kelegiriya xwe dardiqutînim
Bila bimîne
Dema ku
Li ser defa zik min xwe avête ser xaka welêt
Ez ê têra xwe bigirîm
û
Axê bi serê xwe dakim
BiDÊRiM…
11 Pûşper 2003 / Dîlok
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön