Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ka dilê min warê te yê tije evîn û heskirin û dostî Ka sozê te dabû min û dilzêrîn Bêçare zeman çi xwest ji xwedawendan Disekine dil û saet qet nasekine zeman Hey zeman ez ê qet nebêjim êdî bisekine Bêminet î biherike bi qed tu karibî Heyîn çi ye çi ma ji tunebûnê Di asoyê de demtariye tim û tim Ma afirîne asîman û guman û hizirîn Li ku ma hebûn û rastî û dilsojî Ka bûyera afirînê rehman lê nerehîm Qeharî serdestiye rehmanî jî koletî Hebûn ma zelqa hişkî dilkenîn Za ye ew hebûnê gerdûnê Lê nemaye qet misqalê evînê Hêvî qut bû hêvî nûza di germroja kemînê Ew kemîna mêrkujê azadiyê Doravê dike berdermanê birînê Birîn kurmî ya bi hezarên salan Hebûn he ye lê qet ne tu yî derman Hezar kelam hezar selam li wargehê hebûnê Hê negotine bingeha hebûn û tunebûnê Encam zer e hebûn sir e za ye aşkeraya vê xwînê Dilnermî û dilovanî ew hebûna vê rojê Him hekîm e him jî dê ye lê ne bav Tunebûn e xwedî zeman gav bi gav Bes e dilêm bi aram be lê ne tirs Tirs hebûn e ew e havênê azadî Ka digotin heq edalet bû hakimê rûyî zemîn 1 Berfanbar 2006 / Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz