Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi teqîna keleşê Bîranîna kelehreşê Bi xebata şevreşê û Bi mizgîna şoreşê Dibêjim EGîT Bi zeriyên êvarê Bi lezbeza biharê Bi sibehên adarê û Bi qêrîna Gebarê Dibêjim EGîT Keda Mazlûm birûmet î çira kurd î pêketî Tu evîna milet î û Bi hêviya kurda ya serkeftî Dibejim EGîT Navê te pir şêrîn e Ji ‘Mem’ re nerîna ‘Zîn’ e Tovên Zardeşt der tîne û Bi roja Med î ku tu pêktîne Dibêjim EGîT çiqas me bêriya te kir Silavên SEROK li te kir Dilên xayînan mifteh kir û Bigaziya şehîdên Diyarbekir Dibêjim EGîT Ji kûrahiya dilê xwe Bi firehiya bêhna xwe Bi RONî ya mejiyê xwe û Bi hesreta welatê xwe Dibêjim EGîT Kurdistan bi te xweş e Botan li dû te dimeşe Gerîla îro artêş e û Gelê kurd tev şûrkêş e DIBÊJIN EGîT..! 28.03.1998, Ordî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz