Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Geh li ber Tîjle bi stûxwarî dinihêrim li keda xwe Geh li ber bircê bikeser dinihêrim li dîroka xwe Ka keda min xwêdana min bi ku de dihere Bêxwedî ji xelkê re bi bereket dibuhure Talan e zordariye nema ji min re tu par De bêj Tîjle hewar Ferat ez dixwaz im alîkar Zozan Serhed Dêrsim û Xerpêt kanî ye Di kemile hasil û neft li Mûsil ew bi cî ye Karker ez im cotkar ez im çavê min li derî ye Rom û Ereb Tirk û Faris dest li ser daniye Bagok Cûdî Nemrûd û Zagros xêrderî ye Axa û beg şêx û keya nîrên mijokdarî ye Xaka min dipelixe bi hovî û hercûmerc Raperîn im hêdî hêdî ji berxwedanê re xerc Xwedî Kawa û gurz im nadim keda xwe bes e Hêz daye min Tîjle û Ferat ta ku dijmin bitirse Amed Gebar şûrê min in serkêş Mazlûm û Mahsûn Serî hildan pilingên Medya bi Rojê re tê serxwebûn şikest nîrê bindestiyê ar ket koka xiyanetê Gemar şûştin agir û xwînê welat gihaşt selametê Bi nirx û gewher dagirtî ye dîroka min Nûr li enî Roj e serdar rih dayiye weatê min 15 Gelawêj 1997/ Ordî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz