Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Lê Fatfatokê Fatereşkê Ka em herin ber bereşkê Serxweş bibin b'bêhna eşqê Diyarî ye dewê meşkê Dew bê nîvişk nabe Lîska zêrîn dizanî kab e Ku mîr neyê kes ranabe Biskên reşik her bela be Bi vê belayê ez qayîl im Ji çavên reş re milayîm im Zordestiyê'r ezraîl im Azadxwazê Fata Mîr im Zerî Fatê bi belê tê Sedan bela b'bayê reş tê Ev dil jê re weke taştê Rengzêrînê bi ser dil tê Dil bihara kulîlkan e Xewna şêrîn a dilan e Dil giyanê pakrewan e Xakbihar mitêla wan e Ew mitêla xemilandî Tev kulîlkên şewitandî Gangilokên fetisandî Stûxwar û hetikandî Hetka neyar pir ecêb e Jiyana zilmî erzan kêb e Li lûtkeyan vîn ê zêr be Zardeştê kal rêberê vê be 06.12.2012-Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz