Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bêdeng in Navserên çiyan Av û robar Berf û baran Kaş û evraz Dar û ber û xweşzelaliya kaniyan Bêdeng in… Bayê serê çiyan Bagerên dol û newalan Ji tiliya xwe bêhndikin / bêhnakin Kew û kevokên berrî Ne bihawar in Dibên “Ma hawar e!” Bes di hestiyên me de biçêrin şîr nema di pêsêrên çiya de Teba bêliv in Ne ji xirrê demê ye şîrhelalî şîrheramî têkilhev Kel lêdixe, difûre zeman Diherike seleba çala te Tu di seleba çala demê de birrî Seleba çala bavê wê Firra avê nemaye ji şoreşê re Li benda kenê te Li hêviya dilopa dawî Ya xwîna te ne Bila kesek ji dêya te pê ve nebêje min çok da erdê û lawik anî! Zarok ji bo kenê te di lîskê de ne “Sant axa / Santir axa Qant axa qantir axa Hilifî milifî / çarçûlifî…” Bes îşka me bişidîn bêdengî Ma te îşka xwe bi pîşt xist hey zeman Ka afirîna te hey ê mezin Av dernayê ji çalên me Bîrên me tev hestî ne Ne hestiyê xencera çilkezî Dil hinav mêlak û gurcikên min / me radikin Ji pêncî û yek cihan Lê ew / em tovê jiyanê ne Mejiyên genî dinizile ji sermilên rutbedaran Zanistî ketûm û tirsonek Xwedêgiravî dem dema zanistî azadî û demokrasiyê ye Lal bêhtir bi ziman in Bipeyivin Tiştê ku Xwedê kiriye betal nabe çima hûn napeyîvin 14 Nîsan 2009 / Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz