Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min bêrya te kir Min bêrya qesela te kir Min bêrya bêhna qesela te kir Qesela payîzî Gihayê hişk ku nezar û newalan Dike Bihuşta Zehra Dewar û pez / di tavheyvê Di hênekahiya sibehê de tê de diçêrin Tew ku baraneke payîzî lê bê Ez qilçixkî wê bimêjim Ku em li ber deviyekê yan jî mêwekê rûnên Bi qaçaxî Goşik tirî yan jî qemçik hejîr bixwin Destên me tev mezeloqî Rahêjin nanekî ceh Herin ser çem Gepik nan û qulpik av Gepik nan û qulpik av Pez hatibe ser ava esirî û bêrî be jî “Me re şivan bi çi nas dike..?” Tasek şîr Ku ji guhanê bizinê nûh hatibe dotin Werê germ Weke şîrê diyê..! Weke ava heyatê..! Ava nemirinê..! Welato..! Min çiqas bêriya te kir Weke zarokê bêriya şîrê diya xwe kiribe..! 6 Avrêl 1999 / Ordî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz