Bîrên rûyê min bêbinî ne
Ne çal ne hezaz
Ne jî dengiz
Bîrên mihînî mîna kefa destên min
Bêbinî ne
Birînê min
Lê rê nade ji qelşan
Vedişêrin qelş
Rê nadin
Mîna jiyanê çendrû
Di bîrekê de çavnebarî
Ya din kurmê darê
Dexsî û ezezîtî de wê de here
Bê cî mam dibê
Ew bîrên me kurdan
Herin venegerin
Rûyê min ranagirê birîn û dilêşan
Lewra xemgîn im
Mehdtirş û tirsok
Jan/Azadî wê valake van bîran
Lê êşa dilan
Êşa mejî
Xwedê bindestiyê nede tu kesî
07.08.2012-Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön