Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Tu zarokan nabênî Pîrhevokan nabênî Berdîwaran dikujî Birîndaran dikujî Êrîş dibî Kurdistan Lê tev dihêjî îran Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Ey îmamê derewçîn Te îran kirye çînçîn Olperestê pir nezan Bûye serdarê dizan Bê wijdan û bê mijî Misilmanan dikujî Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî şahinşah î bi zorî Pir dijwar e berjor î Te şer xiste Kurdistan Nema şer tê rawestan Ta ku mafê Kurd nedî Tev girtiyan bernedî Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Tu dostê împeryal î Kevneperest û kal î çi hat serê Berzanî Rast e tu wer nezan î Êrîş dikî Kurdistan Lê tev dihejî îran Xum… Xumênî, Xunênî Xwîna Kurdan dirjênî Bes e ev kuştin û xwîn Tu guh bide Cegerxwîn Vî leşkerê pir nezan Derxe ji nav Kurdistan Kurd û Faris bira ne Tev dijminê gura ne Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Em Kurd in serfiraz in Tu car em şer naxwazin Lê em navên bindestî Em dixwazin serbestî Ya Kurdistan ya neman Bijî, bijî Kurdistan Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Serî hişk e wek kevir Êrîş dikî weke gur Didî ser hev mêr û jin çi biçûk û çi mezin Wan dikujî li ser hev Ne cî maye, ne jî rev Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Leşkerekî pir giran Ji hov û hirç û guran Te xiste gund û şara Diçî şerê neyara Tev dijminên Hirmiz in Kencê jinan didizin Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dijênî îraniyên pêşverû Ji xew rabin bes e zû Em taştê ne lê hûn şîv îran didî ber Aşîv Li her şûn li her der Weke şêran bikin şer Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Ey netewên li îran Xweş binêrin li Kurdan Em ketine nav pêtê Siba roja we jî tê Hev dî bigrin wekî mêr Tev şer bikin weke şêr Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan birjênî Ey cotkarên Farisî Wey karkirên Markisî Yezîdî û Huseynî Werin şerê Xumênî Di hember de bikin şer Ta ji îran bikin der Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Ey partiyên sosyalî Kes xwe nedin wî alî Bibin hişyar û agah Da Xumênî nekin şah Weke şah û weke şapûr Bidna ber wî riya dûr Xum… Xumênî, Xumênî Xwîna Kurdan dirjênî Kurdên Tirkiya-Iraq Ev naxwazî faqefaq Rabin ser xwe wekî şêr Tev bi hev re herin şêr Win tim dibêjin amîn Lê guh nadin cegerxwîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz