Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim Ez nexweş im Ne serxweş im Derî veke canim! Me soz dabû Bighêne hev Herdu bi şev şêrîn Evîndarê çavên belek Wan diranên zêrîn Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Em bi hev re çûbûn çiyê efendiyê îro Reqs û sema li ber çema Mane heta nîro Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Te go: were Ez bi te ra Heta sibê razin Tu deymeke Derî veke Ji bo çi ev gazin! Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Ez şewitîm Dil peritîm Wer şemitîm hatim Rob li xwe ke Derî veke Tu deymeke satim Ebrû şevê Lêv hingivê şêrîn devê xanim Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Bi wî serî Ji ber derî maçek nedî narim Ji awirên çavên belek Zanî birîndar im Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim Ji bo Xwedê Tu guh medê îşev şeva înê Xwe dîn meke Derî veke Ez hatime dînê Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Sebra dilê Rû ji gulê Dipaxilê sêv in Mala minê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Cejna siba Bi maçekê Pîroz bike jîn im Dilbirînê çavên belek Ji ber te bê tîn im Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ez nexweş im Ne serxweş im Derî veke canim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz