Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e
Barek da ser milê min, lê barekî giran e
Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne
Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e
Dikî gazî, dikalî, rabin çaxê xebat e
Kurd û Zaz û Celalî, tev de çê kin civat e
Kes xwe medin vî alî, îro roja felat e
Xortên Kurdan şiyar bûn, guh nadin van nemerdan
Bav û kalê me rabûn hemî mirin ji derdan
Derdên li wan giran bûn, îro li me çi ser dan
Ne wek bav û bira bûn, yara xwe j`dest xwe berdan
Xemlandî me seranser dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana Kurda me
Bê tang û top û leşker, îro we ez berdame
Kurdistana delal im, her kes tê min dixwazî
Ez pir şox û şepal im min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min cengebazî
Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî
Rabe ser xwe binêre, hawîr me tev neyar in
Li topan guh bidêre, li ser me ber dibarin
Dijmin li jor û jêr e, ji cengê re li kar in
Kundên serê şikêra nêçîr ji ber te xwarin
îro roja xebatê, serxwebûn e doza we
Dema jîn û felatê, li ku maye soza we
Hûn tev şêrên di latê, rovî kete koza we
şikestî ne di matê, dijmin birye boza we
şev û rojan bixwînin, bibin serbest û zana
Tovê jînê biçînin, ji bo dîl û nezana
Carek hûn dê bibînin van bexçe û rezana
Kurdistanê derênin ji destê van dizana
çavên di reş me kil dan, li ser bana rawestan
Tox û ala me hildan, baqê gulan li destan
Sirme, nîşan li mil dan, pişt û kember me bestan
Me sed awir li dil dan, xortino werin Kurdistan
Dosta we me ta sax im, ji bil we kes min navê
Ez dilbirîn û dax im, ji ber vê şewq û tavê
Ez rengê şevçirax im, şewqa xwe da giravê
Dil xurt û pir deyax im, di nav wê bend û davê
Xorto! Eger tu rabî, wek başok e herî çûk
Ne xurt û şehreza bî, tu nastênî ji min mûk
Ne wek şêr û gura bî, bûkê didî bi tûtûk
Ku bê tac û sera bî, tê çawan min bikî bûk
Bê padişah û leşker kengê dibî serefraz
Kî bê xebat û tevger dixî destê xwe daxwaz
Baba û Bextî û Lor, Beraz û Torî û Zaz
Nebin tev yek seranser, tev dê bibin belengaz
Cegerxwîn xweş dibêjî, lê Kurd neçê gihane
Tim gewheran dirêjî, li cem wan bêbuha ne
Ev pîsî û qerêjî, ne yên Kurdên niha ne
Zingar gihaye mêjî, lew dîn dikin behane
*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 4-6, tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön