Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Begim çûbû kû? / çûbûme Heleb îşê te çibû? / wilo bê sebeb Bêje begê min / çi bêjim canim Ka we çikirye? / qet ez nizanim We kes nedî qet? / çima dipirsî ! Begim xuyaye / gelek ditirsî çima bitirsim / ha ha aferm Li her der karim / serbest bigerim Ji kerema xwe / bêje ezbenî şerme bese lo / bimin dikenî We qunsil ne dî? / ha qunsile Tirk Belê, li we kir / wî xelat û kurk Destê xwe da we / Ew destê gemar Destê ko Axtî / hildaye ser dar Ew destê ko kuşt / sedwek şêx Seîd Zana û gernas / mêrxas û egîd Destê bi xwîna / Kurdan bûye sor çawa te hejand / hey rêberê kor Her kesî bihîst / dengê topa we Milet nadê ser / rêç û şopa we Navê we ye bes / remza istimar We miletê Kurd / siparte neyar Lê ne razaye / şiyare milet Wî zincîr şikandin / ji dest we derket Bi we nayinî / îdî bawerî Ji dijminre ew / qet nabê terî Canim bese lo / îdî ez ne Kurd Raste ne Kurdî / tu bûye zigurd Ji xwe ne Kurdî / hemparê dijmin Hun miletê Kurd / bihevre dixwîn Ezê herim lo / hişim nemaye Ji bo we gotin / ne pir sazeye Here ezbenî / here ezbenî Milet, hemî Kurd / bi we dikenî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz