Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bihar e ba bi xêr bê li ser çavên me Nûroz Ba Kurd ji hev re bêjin: Bira cejna te pîroz Kincên ciwan wergirin li Kurdistan keç û kur Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz Mizgîn ji bo me bêtin doza me va giha me Em aşîtî dixwazin kengî bighê me ew doz Perî û xort û reşkal li her derî bibêjin Bijî serdarê zana ev rêberê me Behroz Canfidayên ciwanmêr em deynin ser milên xwe îdî em şer naxwazin gulebaran û bahoz Em dixwazin bihar bê bi ken li her der û cî Hembêz bikin keç û xort hemi pismam û amoz Bi serbestî bilîzin maçan bi hev bigorin Bere ji min bixeydin ev neqşebend û kerboz Xwedê li jor dizanî em ji bona çi dane çima girtî û dîl bin weke berxa di nav koz

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz