Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hey welat bo ç` perçe perçe maye bin destê neyar `Hakimê xakê te bin ê wek Seîd û wek Beyar Kurdê bextreş serşikestî wer bimênî çarkenar Kuştin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin şiyar Ev riya ku serbilindî tê de ye tev rêl û kaş Canfida xweş pê de çûne, qelsemêr mayîn li paş Hestiyê millet dikojin wek segan û gornebaş Hemdem û dostê neyar in, wan millet hiştin li paş Hey teres ferqî çi ye, ha neyar xwar ha te xwar Hûn li "naylona" siwar in, rast e em birçî û xwas Tim xulamokê began e, pê çirî û bê kiras Ê we tang û top û zêrr in, ê me bes çakûç û das Lê riya me ya durist e, ey begê diz rê nenas Ê di roja serxwebûnê ku bimênî şermekar Ta bi kengê wer bimênin gawir û bêbext û xurt Polperest û bê xelat û bê mijî û hinde sirt Fexfexa pîs û derew, şabaş û fort û pesn û zirt Ger milet rabî ji xew, tev têne kuştin rengê mar Pir nêzîk e ku şiyar bin karkerê gundê we tev Pale û cotar û rencber destê rastî bidne hev Wê demê hûn dê çi bêjin, nakevî destê we rev Têne kuştin sernixwîn û şermîkar hûn roj û şev Hêvî û tewqe ji kê kin, bê xwedî ne hey hewar Ev hemî av û zevî, ma qey ne ê Kurd, ê we ne Hûn tenê şehzade ne, lê ê dî em tev kole ne Hûn şerîf û dewlemend in, em xulam û bende ne Na! Ne rast e, em şerîf in, hûn dizê malê me ne Dewleta we tev xebata destê dar û kar û sar Ber neyê bîra we carek wer bimênî ev zeman Pir nêzîk e ku şiyar bin palevanê qehreman Hûn dibin efsane û estûrê tarîxa cîhan Tev ji bo millet dimênin, xak û av û xan û man Ta ku sax in hûn dimênin tev di zindana de jar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz