Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e Dev likenin sorgul Ser dihejin sunbil Xurxur ji avê tê Hilm û sirra bê tê Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e Destê yar bi destim Ez serxweş û mestim Kûpik dev û lêvin Mêze herdû sêvin Pala xwe da ser min Bê fehêt û şermin Gelek xweşe ev jîn Em bûne wek Mem û Zîn Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geşe Em zava û bûk in Pêwan li me çûk in Pal dane ser şînî Kesek me nabîni Hawir me zennar in Perde pel û dar in Guldestê evûnê Daxwaza vê jînê Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e (…) (Dîwana 4a, Ronak)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz