Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bargiran im ez, rê dûr û serkaş Xûz im, piştkul im, dimênim li paş Kerwan xwe gihand qûnaxê sivik Kerajo nezan û rêçika me şaş Bargiran im ez, piştkul û birçî Li paş kerwan jî herim dîsa baş Milet nezan e, e jî perîşan Lêdan û zindan, kuştin jî, rapaş Milet dixwazî sivik herim pêş Lê bar giran e, tê re, li ser xaş Bi zor min tajon, nizanim ka rê? Li pêş me: av û çirav û co, aş Ketin û rabûn, lê tim diçim ez Dilê min pir xurt, bi fort û şabaş Barê min giran, berê min li jor Rêça min dijwar, hemî rêl û kaş Dengek ji dûr hat gote min: Bar hilgir weza, sêfî û bê maş! Jê re divên: Êm tîmareke baş Em derdê bargîr, av derdê ger, aş Pêncî sal in em ji wer dibêjin Bargiran, piştkul wer diçim li paş Cegerxwîn, bes in gilî û gazin Di nav nezanan nabênî yek baş!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz