Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ? Diyare yar dixwazî min bi yarî Dixwazim can û dil jêre bişênim Tenê şerme,hemî derd û hejarî Dixwazim herdû çavan jêre rêkim Bikêr nayên,ji wan her xwîn dibarî Divêm jêre ziman û dev bişênim Ne hêjane şev û rojan bi zarî Nizanim ez,çi hêjaye ku rêkim? Cihan pêkve bihayê biskê tarî Serî,naçare min danî li ber pê Me go: şahim, tu pêlêke siwarî Tenê xanim,bi nazî hate ser min Zivistane,li min şîn kir biharî Bi wan lêvên şirîn go:rabe seyda ! Tu serbestî ji min çibkî,dikarî Ji rêve ez beîme pê û destan Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî Ji bexçê paxilê çûme du sêvan Ji bistanê riwan dêmên henarî Ji lêvên erxewanî min du sed cam şeraba hingivînî nû,vexwarî Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz Wekî pola helandim ez bi sarî Me herdû dest li bejnê bûn hema’îl Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî Me talan kir ber û bistan bicarek Kenî û go:bese rabe Hesarî ! Me go:gorî Cigerxwîn bû divê rê Bi dest nayê wekî îro tu carî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz