Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Me tim dilorand, te ser xiste xew şîyar bûye lê nabêjî me:Tew Hezar wek Xanî, Hacî û Bêkes Dilxweş nebûn em ne ez û ne ew Li ser hev dîlî, perîşanî, êş Bindest û girtî, bindar û binbêş çavên me ziwa, li ser te digrîn Lê ta îro jî gavek nadî pêş Ketin riya me pir newal û erx çend car e dijmin ji me rakir kerx Her kes bû dijmin, heta gera çerx Gazinde çi bikin, ev ji me tê, hew Em çendan rêber pir hosta û jîr Me serguherî hev kirne ev bîr çend sal li ser hev ev hawar û qîr Me dixwest bibî şêr, lê tu bûyî kew Hezar sal in em gerdenxwar û mest Tim çavşikestî, reben, dîl û mest Dijmin bo xwe xwest, me jî jê re xwest Bo dijmin nîvişk, tenê bo me dew Mexabin ê te ev çiya û şax Ev bajar û gund, pez û rez û bax Birîndar î lê tu qet nabê ax Birçî û tazî tenê nabê new Bêkêr î lewra bê dost û hevdem Hezar sal in ko dibazî her dem Zor û lêdan û kuştin û setem Ey kurê Nayrî, bermayê Pehlew Dixwazî bibî xwedî nav û deng? Bi rûmet, serbest, bijî tu xweş reng Ji destê dijmin xwe derxî bi ceng Bijî bi paye, rûmet û hew - hew Te dane dijmin ev qunax û xan Dest hilnayênî, ji lew perîşan Bin destê dijmin birçî û bê nan çi bêjim, sîh sal dibêm bi lew - lew Zana, bîrewer, hozan û gernas Cengawer û xurt, qareman, mêrxas Zaza û Bext û Lor, Aşît û Bilbas Li sînga tevan rakişandin kew Rêça kalên me çend sal dane ser Taristan e bê rêzan û rêber Di şevreşê de roj qet nayê der Xwendina te roj, xebata pertew Te rê berdaye va ye rê wer, wer Gewher perest î, welat tev gewher Here şerê şêr, gêr bûye li ser Azadî bi xwînê ye, te divê wer, te divê mew Welat yareke pir xweş û dîdar Li ser dinalin hezar evîndar Li rast û li çep kuştî, birîndar Malwêran e ê dosta wî bedew

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz