Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu arî, yan ji te ar dibarî Tu derdê millet ê kurd ê xezanî Nikarin dest bidin te, tev şewatî Ne wek rengê meyê xoş û ciwanî Te pêkanîn sitemkar û sitembar Li xwar her dem dibarî, tê ji banî Belav bûyî li ser millet me dahev Bi dijwarî di vir de min tu danî Divê pesnê sitemkar û sitembar Bidim ko wan ji bona min tu anî Belê şayestê pesn û fort û şabaş Xwedî herdû ne, ê min bes şivanî Bibûna mey we yaxud rûyê dilber Li te her kes dinêrî mihribanî Hezar destên began êrîş dibir te Li ser masê dibû her şev xuyanî Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar Bi dijmin re dinoşin her zemanî Begê zana û milletperwerê min Hero serxoş e, qedrê te çi zanî Ne tolaz û ne pûştî, ko perên xwe Li ber lingê te bavêjin pirranî Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e Bi dijmin re dilîzî pehlewanî Dizanî ko dizero lê biderket Nema fêde dikî jêre giranî Divê çalak û çapik bighê dijmin şiyar bûne li her der xwedyê xanî Bi rev bazdaye lê pertal bi destan Li pey wî tim bi hawar û fîxanî Bi dengê te li wan her kes şiyar bû Te ew rengê diza zû xweş deranî Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer Li ser çavên me danîbûn kitanî Me tê re ew didîtin rengê insan Belê îro te ew perde hilanî Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin Ji dijmin girtine nav û nîşanî Dikin nakin li wan nayê veşartin Xelas nabin ji ber millet hesanî Begê min! xem bi mey nayên revandin.. Li hawîr xem li we derbûne, kanî Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar Bi maçê lêvê sor û erxewanî Bibî xwîna dilê kurdên belengaz Li ser te pevdiçin axa beranî Dirêjî te dibin destê sitemkar Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî. Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar Nizanin ko çine zor û ziyanî Bibî toz û qirêja destê cotkar Te balêsin bi şaş û axebanî Te bistênin bi pars û qullebazî Qe nanêrin li malxo û kebanî Dizin, mal û hiş û bir tev dizîne Li ber çavên me bûne Macelanî Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz Li me derbûye rojek bê nihanî Ji wan re goreke pir teng dikolin Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz