Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Kor bû Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso Dema dighane cem hev Roj li cem wan dibû şev Dest dibir ser miwê wê Diçû çav û riwê wê Hevdî dikirne hembêz Dev û rû tev dibûn mêz Laşê wan tev dihejî Dil ji evînê tijî Pêjinker bûn bi guhê xwe Zû diguhaztin cihê xwe Mihemed qalûnkêş bû Herdem qalûn li pêş bû Wî xweş dikşand bi kuş-kuş Dixan li ser dibû mij Med go: Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso ... Wî nasnedkir navê me Dijûn didan bavê me Dar tavête nigê me Carna diket zikê me Xort û qîz bûn lê ciwan Em zaro bûn, pir nezan Med go: çima roj û şev Ev herdû kor dighên hev ? Evîna wan xweş û rind Bûbû çîrok li nav gund Herkes bi wan dikenî Lê, ne raste, ez benî, Kor jî weke me mirov Heta weke hirç û hov Xwedî dil û tijî vîn Ew jî dilbijên evîn Evîn timî wek are Lê ya koran dijware Kor bi koran tim kedî Bê fehêt û bê fedî Hevdî digrin, bernadin Kes nabênin, azadin Ne şerm heye, ne fedî Karê wan zû naqedî Hevdî digrin, digvêşin Weke mêş û derwêşin Li nav bexçe dimênin Korin, kesî nabênin Dixwaz in bibne yek laş Zû xwe ji hev nadin paş Bi dil herdû dibin yek Meger di kincan de tek Ewin di wan de xurte Na, ez şaşim, pir sirte Dil bi ronî wek rojin Rojê bi dil disojin Ne bi mal û can û zêr Herdû ji hev nabin têr Ew jî wek me mirovin Bi dilgirtin wek hovin Wek dibêjî Cigerxwîn : Cihan mişte ji evîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz