Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ho ho! Hey bêbext! çavên we birjin Bes e win şaş in Rêçika we da ser Tev rêl û kelem şaxur û kaş in Hawîr digerin Xwe didin kuştin Ji bo kê ye ev? Dijminê millet Kolê Emmaş in Ji bo welêt em xwe didin kuştin Gernas û mêrxas Em ne rencberê dijminê Kurd in Mêr û qelaş in Pêşmerge baş in yan dijminê Kurd? De bêje rûreş Heta dijminê Kurd jî dizanî Pêşmerge baş in Ma qey çavên te Kor in nabênin Dijmin dibê çi? Bo çi ew ceyş in Ma win nizanin Bo çi ew ceyş in? Dijmin zane ye Ev hezar sal in Kurd didî kuştin Ew tim li pêş in Lê em nezan in Her dem li paş in Her çi qas baz din Naçare rojek Tên gewriya êş Wek ceh û garis Lê win dizanin Tenê em aş in Tifû sed tifû Li çerxa felek Win jî kirin Kurd Em kurên millet Rencberê welêt Bê mal û maş in Em serê dijmin Dikin tenê win Xwe dikin qurban Dijmin dikujin Tenê di nav de Win jî manaş in Win jî wekî me Kurd in pismam in Dost in oldaş in Ho ho hey bêbext Bes bibin mertal Ji bona dijmin Carek meyze kin Ev kuştî kî ne? çi term û laş in? Ji sedî not jê Kurd in bira ne Bes xwe bidin pêş Win tev nezan in Bê hiş bê mejî çewal in xaş in Ev şoreş aş e Aşê milet e Ê miletê Kurd Tenê win aşê Dijmin digêrin Hoveqeraş in

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz