Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bes e dîlber heta kengî li şam û geh li Derbend bim Di benda zulfê me heta kengî di nêv bend bim Evîna te kirim seyda û Seyda tim bi nalîn e Gelo dîlber dixwazî ko di vê rê de Siyamend bim Dilê min xweş dikî nazik li min birhên xwe dişkênî Dixwazî derkevim şaxan wek û Ihsan û Ferzend bim Divêm serbest bijîm dîsa li zagrosê xwe wek caran Bere ez Lor û Gor û Zaza û Kurmanc û Hemawend bim Xwedîzêr û xwedîmal û xwedîpetrol û têrgund im çi şerm e ko di bin destê neyaran de bi xerbend bim Ji pingava Siî heta delavê Hurmizê ê min çima wer jar û pabend û perîşan û perakend bim Ji min şêrîn dixwazî ko wekî Ferhad ê aza bim Bikolim kohê Qendîlî ji xesro re hunermend bim Ji lêva şerbeta sêva bi min da û dixwazî ez Di benda zulf û biskên reş û wan lêvên şekerxend bim Bes e Seyda te mey da lê gelek şerm e li meydanê Sema û heyhey û çerxe tenê girtî û pabend bim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz