Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevalê hêja megrî çiya cihê şêran e Dîwarên rûmetê ji serê xurtemêra ne Bilindî ava bûye bi xurtî, kotek, zor Berjêr meçe, bindestî ye, fermû, em herin jor Eywana serbestî, gelek bilind û gelek bala ye Cihê serê min û te tenê tê de neha vala ye Xencera min zingar gitiye ji qerêja bindestî Ne bi xwînê bî kesek carek naghê serbestî Li newalên di kûr razî xewnên xerab dibênî Cilika gidîya bidî serê xwe, xemnak dimênî Zinhar, nebî ji doza xwe vebî ta her û her saxî Ma ne şerm e, em sax û gernas û dijmin bixwin vî baxî?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz