Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Agirê derdê te îro Suhtime wek pir-pirîk Awirên wan herdû çavan Dil vekirne sed berîk Sed derî dadan li ber min Da ku neghêm dilberê Qet nikarîbû vekim Ez li ber xwe yek derîk Min di destê gulfiroşan Dî gulek rûgeş-bi ken Mal û can min dan bihayê Sorgula geş bê şirîk Min nizanî ko li hawîr Wê hene xar û kelem Bûye çil sal ko bi wê Xarê ve ez mayim xerîk Min dixwest ez bîn bikim Wê sorgula nazdar û geş Lê ji destê min revandi Sorgula min ser-serik Pîr û kal im ez, nikarim Jê bixwazim wê bi zor Min bi lav-lav daye pey wî Nadî dest min ew perîk Min li nêv van şax û deştan Çandibûn hin: Nîsk û nok Çîqreşan carek li ser Danîn û xwarin hêj firîk Navbera herdu çema Qada mi bû, lê ez çikim Dijminê dijwar û serdest Nadî dest min: Omerîk Garisê avî me çand û Serbilind bû, zû giha Lê ji hawîr ref bi ref Danîn li ser çûk û çivîk Garisek bê harisek ez Dê çi bênim bênderê ? Koç û kerwan tên di ber ve Jêdikin her yek serîk Min dil û gurçik kirîbûn Ko ji bo xo bikme şîv Kûçik û tajî û tola Tev birin, ma ker-kerîk Kiliwek nanê genim Ko min ji nanpêjan kirî Parsek û kor û kulek Ew tev revandin,ma kerîk Ey Cegerxwîn, ka ji vê jînê Çi zanî ezbenî ? Şox û şeng e, pir çeleng e Nazedar û sur-perîk

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz