Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewan î Kê bi vî rengî tu anî? Wer di nav destê min danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Xamekêşan xweş nivîsî Heyv û roj in lê diîsî Qelen pir e hezar kîsî Kes nikarî te ramîsî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Zirav bejnê nûzarokê Kiras kinê li ser çokê Por şevînê, rûj i rokê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Min xwedî kir bi xêzanî Di dilhişkî, cangiranî Mal û canê xe l’ser danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Bilind bejnê serwa sehê Enî rojê ebrû mehê Neghanê vê remza te hê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Gewher çenê şêrîn kenê Hingiv di nav lêv û çenê Berfa spî di gerdenê Naghê kesî bi xwestinê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Reştemberî rengê şevê Ebrû kevan ciwan çivê Xwîn şêrînê wek hingivê Rengê gulê lêv û devê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê çavên belek çi mêrkuj in Lêvên di sor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Lêv şêrînê dêm şekerê Carek me dît li ber pirê Min bi çavan gazî kirê: Ka ew evîna mey berê? _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Reyhan kenî gete gulê: Sêv gihiştin di paxilê Bisk û kezî reşkakilê Lêv dermanê derdê dilê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Bi qundera kabik teşî Hat û di ber min ve meşî Rista min a goşî weşî Hûna min a qafî xweşî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Rista min a jı gewhera Ronî didî rengê çira Bira nadî destê bira Min rêkire ji dosta xwe ra _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê Rabe ser xwe dilovanê! Em derkevin ji zîndanê Dest bi destên te hozanê Da em herin Kurdistanê! _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________şev û rojan _____________Ez di meylê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz