Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Cegerxwîn

Cegerxwîn

17 views 0 likes
Dîlber gelek delal e yaşa delalê yaşa Wek te hebin şepalê sed haşa summe haşa Tu pesn û gewr û rind î, çeleng û pir lewend î Xesroyê serbilind î, serdarê mîr û paşa Çînçînê zulf û rîhan, enî taca Şerefxan Ebr û kevan û eywan, rû gulgeşa di kaşa Çavên di reş stêr in, kepû çilakê şêr in Sedef diranê zêr in, ziman qelemtraşa Çend gewr û biskê reş qer, alma guhar û gewher Gerden bi nûra mermer, sînga spî qumaşa Memik spî bilind in, bejn bi gulk û bend in Ser pêşî mûm û find in, yaqût û durr di qaşa Çak û çeleng û bengîn, fîstan bi ser de rengîn Ey seydayê Cegerxwîn, fermo'ke wer temaşa *Ji ber dengê Ehmed Kurdî **Ji bo vîdyoyê: https://youtube.com/shorts/_YS_iCcGdxY

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Cegerxwîn
🛒 0

Your Cart