Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Em Kurd in, Kurdên navdar ser bilind û efraz in Xewa me nayê li newalê kûr di qeyd û bendan ranazin Em kurên Selahidîn, Erdeşîr, Keykawis û Xesro çiman ji dijmin re tev dergevan û cilwaz in Pir şerm e ko reşqirak me bixwin û em nêçîrvan Kê diye ko nêçîra qirakê qertel û qerbaz in? şêr in bi zencîr girêdayî bin destê dijmin mane bes Serbestî bi zor dixwazin, bindestî tu car naxwazin Azadî û serbestî û berxwedarî li cihan tev Pêş ketine, ev ji me re her û her daxwazin Em dostê her miletî û dijminê kolîdar in bes Pêkhatî ne ji bo şer, lê çi bkim, bê çek û nasaz in Gernasê Dêrsim û Agirî û Barzan û Sordaş in em Bermayê:Mad û Sobar û hemxakê Qewqaz in Qaremanê miletê Kurd tev karker in û cotar in Dijminê koledar û dost û hevalên azadîxwaz in Lê ko weşa nedin xwe û nebin yek seras Kurd Zencîr nayê şikandin tu car, ne bi gilî û ne bi gazin Xwe veweşêne ey qareman Kurd wek şêr û gernas Guh bidêre azadîxwaz li her derê bi qîr û awaz in Dijmin dijmin, çi dûr çi nêzîk ey miletê Kurd Li her derê meyza ke, wek hev in, pîvaz pîvaz in

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz