Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey dilo jaro li kûne, Desht û zozanê dimin? Kanî ew cejn û sema û Geşt û seyranê dimin? Guh bide ber qîr û nal û ah û waxanê dimin Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan Kanî ev reng nuciwanî? Kanî bostanê dimin? şahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor Têne ber çavên me gav û çax û dewranê dimin Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin? Ah di bîra minde mane Ew demên şêrîn û xweş Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoşxwanê dimin Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin? Serxweşê dengê bilûra Wî şiwanê ber zinêr Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin? Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin. Dîwana 6a, şefaq

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz