Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Welat, çi qas bilind bibî Ew qas e jî bilind dibim Her çend pak û rind dibî Ew çend pak û rind dibim Serbest bijîn bajar û gund Kurd tê de rûnin serbilind Wek feylesûfê çîn û Hind Bi rûmet û mezin dibim Kengî tu payadar bijî Ala li her der rahejî Belav bibî pesnê te jî Navdar û pir pesend dibim Bilind bibi pir xwendegeh Cotar û karker bibne şah îdî di dil namênî ah Ronî didim wek find dibim Dîsa çîya tev şîn bibin Xort û keçik tev dîn bibin Hin wek Mem û hin Zîn bibin çîrok di nava gund dibim Heta ko gundî rakevin Wê b` dehkera min dakevin Zû xew bi çavan nakevin Taxûrê Hind û Sind dibim îro tu bin destê neyar Bê leşker û ferman û dar Qul, qul dirazim rengê mar Hawar bi rengê kund dibim şêr im kurê Mîtanîya Cihê minin şax û çîya Doza me axa Mîdîya Nêzîk e wek axunde dibim Divê ko em şîyar bibin Bo şoreşê li kar bibin Haval ûdost û yar bibin Wê çaxê wek ferzend dibim Hilmek ji wan baxên di şîn Pir xweş dikî derd û birîn îdî ciger nabî bi xwîn Govend li dor Elwend dibim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz