Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Payebilindî Welatperestî çekên qelsan e: Jarî û mestî Zana û jîr im Bindestê dijmin çiqas dijwar e Ewreng bindestî Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî Ey gernasên kurd Rabin weke şêr Ji xwe bawêjin: Xwarî û sistî! Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî Welat xwe bûk e Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî Metirse ko kurd Pir paş de maye Kesî nedî goşt Bê çerm û hestî Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Rast e di vê rê Gelek diwestî Welat ta kengî Wilo parçe bî Em tev di nav de Jar û şikestî Cigerxwîn îro Gel pir şiyar e Bes e metirse Kêr gîha hestî!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz