Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Şêrê sorê ser mezin Pir bi saw bû weke cin Rokê rasthat li rovî Dî ku di dev de hirmî Go : Rovîko, ev çi ye? Rovî go : hirmî ye Li kû hene ev hirmî, Li çi şûnê, li çi cî? Rovî bi fen gote şêr: Divê ko dakevim jêr Tev daketin bin darê Çendek dîtin li xwarê Rovî civandin wek mêr Danîn li ber devê şêr Şêr go : Rovî, çi xweş in Lê ka çawa diweşin? Rovî go : paşayê min Dûvê xwe em lê didin Yek û du û sê û çar Ji banî ve têne xwar Şêr jî dûvê xwe lê da Lê xêr nedî di wê da Go : Rovî, ka naweşî? Rovî çû, hat û meşî Go : paşayê hov û sirt Pişta we ya gelek xurt Şêr pişta xwe da dar Hirmî nehatin xwar Rovî go : ka rawest e, Renge pişta te sist e Ezê niha herim, bêm Bicivênim heçî kêm Rovî çû mirarek dî Zû rêvîya wî anî Şêr pişta xwe da darê Rovî dest kir bi çarê Rêvî lê pêçaye tev Ji neynûkê, heta dêv Divê hinek rawestî Belkî jî pir biwestî Germ e xurt e wek agir Rêvî kire wek çekur Dema parsû gihan hev Şêr go : rovî, fen e ev! Rovî go : rast e we ye Ev der welatê me ye Ev ne cihê şêra ye Cihê qelsemêra ye Welatê rovî û gur Şêr nikarin bêne vir Mişkê bixunçavê te Şêr go : çiye navê te? Navê min çirto axa Xwedyê van şax û baxa Rovî ji cem daye rê Weke gernasên berê Dûv lê bûye wek sing Çav li serî bûn pereng Şêr çend rojan wilo ma Ji birçîna, ji germa Serî bi ser de hat xwar Ne eman û ne hawar Dî ku mişkek hate wir Wî jî terî bilind kir Go : ha, şêrê ser kundir! Kî bû wilo li te kir? Kesî diye li cihan Ku şêr bêne girêdan Ezê niha te berdim Da zanibî çi merd im Çiqas em we xelas kin Win qencîyê nas nakin Mişkê terî bilind mêr Dewêl birî li jêr Li dor darê çû û hat Bi tevger û kêferat Şêrê birçî û xewar Bi ser dev de hate xwar Mişko pesnê xwe da, Go : Li min binêre yaho! Ez gernas û çeleng im Mêrê rojên pir teng im Li şêr sist bûye terî Bi awiran lê nerî Şêr go : bêje birazî Ka çi ji min dixwazî? Go : ez kolê derê te Dewlet xwedê, serê te Ez mişkê van dera me Ne dilbijê pera me Divêm ey şahê mezin Tacê bidî serê min Navê m ijî bikî şêr Bibim şahê ser bi zêr Şêr go : navê te çiye? Xuya ye qeşmerçî ye Dibêjine min virto Navê bavê min zirto Lê şêr di ber xwe de go: Ber bi ava diçî ro Sed tif li vî welatî Vî pîsî,bê xelatî Rovîyên nav şikêra Çawa girêdên şêra? Mişkê qulan me berdin, Li ber şêran xeberdin! Di van çax û van dema Rûmet ji bo me nema Bi şêrî û axatî Nema bêm vî welatî Şêr revî û nema hat Bê şêr maye ev welat Şêx û mela bûn çirto Beg û axa bûn virto Mil û zîl û Kîk û Zaz Bûne pisîk, tev beraz Ji ber derdan ranazim Ez şêrekî dixwazim Em tev li dor bibin kom Da bişkênin Firs û Rom Li ser çiyan weke şêr Welat bigrin tevlî zêr Bostek nehêlin vala Hevsar bidin dest pala Rista me bî wekhevî Herkes li bin vekevî Çirto, virto, nemênin Jin û mêr tev bixwênin Min dil ji xem bûye mişt Meger dilê we min hişt Ava rû, win merêjin Ji bo we em dibêjin: Şer ketîye hindûrîn Li vir bûme Cigerxwîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz