Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Kengî bi xêr bêtin bihar Em derkevin cenga neyar Rengê birûska bêne xwar Qêrîn bidin zinar û lat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Em Kurd bi hev re herin ceng Li ser çiyan rengê piling Dîsa bidin qêrîn û deng Bimrin ji bo jîn û felat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Dengê me nayê pir ji mêj Xencer li mal girtî qerêj Ev canfida tev mane gêj Ew tim divên ceng û xebat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Ka ew welat, ka ew çiya Ka û gul û mêrg û giya Ka dengê wan berx û miya Ka ew sera, birc û kelat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Welat xweş e tev dar û ber Hawîr kulîlkên sor û zer Hêja ye em bimrin li ser şax û zinar û kûp û lat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Kurd in, kurên Mîtan û Lor Divêt welat bigrin bi zor Hawîr biqîrin em li dor Mizgîn li we roja me hat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka mepat Divê bi hev re herin şer Bişkî neyar em bidne ser Gerden di ber de, ser gever Pêlan bidin ser wek Ferat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Welat bi min şêrîn û Zîn Dil daye ber dax û birîn Hetta ceger min bûye xwîn Min dil tijî pêt û şewat Welat welat welat welat Te cerg û mêlaka me pat Cizîre, 5.10.1979.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz