Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema ku Kurdên Sasûn Di hember Tirk de rabûn Ew gernasê ser çiya Pirê wan bûn eşqiya Serê dijmin êşandin Qayîş pê re kişandin Gelek ji Tirkan kuştin Kes li welêt nehiştin Dijmin leşkerê giran Bi xurtî şande ser wan Kurd naçare şikestin Heta îro bindest in. Dijmin kete nav welêt Kirin çi tiştên kirêt Jin û zarok dikuştin Xanîk ava nehiştin Talan kirin bê jimar Kurdên reben man hejar Di bin destê wan de man Hey hawar û hey eman! Heft mirovên malmezin Kuştin wek berx û bizin Qerwanake çar çembil Kuçik li bin sed û çil Li ser êgir, tijî av Ew dijminê bê zirav Yek, yek xistin nav avê Heta çermê xwe bavê Her heft bi wê ava germ Suhtin heta nema çerm -Ey peyrewê Hilako! Wilo dikin heta ko Bi hesanî bibin Tirk Bi tov tavên, nebî firk Heta kengî berberî Ev kar qet naçî serî. Wê hey roja me jî bê Roja kur guh nedî dê Lê em ne wek we hov in Ji we bêtir mirov in Dadgehekê dê çê kin Navê millet dê lê kin Ji Tirk û Kurdên birçî Evên dibin dewrimcî çend mirovên pir zana Wê bixwênin tim vana Em ê we bispêrin wan Bela ew bikin ferman Ew ê ji we bipirsin: Ka we çawa Kurd kuştin? çavnêrê we ye sêdar Dimrin weke gurên har Dema win bikin qêrîn Xemgîn dibî Cegerxwîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz