Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Sala hezar û sê sed, hem çil û çarê hicrî Rabû ji nav me kurda paşayê texte Xusro Ew Rustemê zemane, Behramê milk û dewlet Sê çar mehên buharê Tirkan digel wî şer bû Çend qaymeqam û walî girtin di wê buharê Tirka dikirne gazî aman ji destê kurdo Zaza wekî pilngan bi dar û şûr û gopal Berê xwe dane Tirkan gazî kirin ero- ro Bi sûnd û soz û peyman, rabûn digel vî şahî Bi deng û qîr û halan êrîş dibine Tirko Dengê tifing û topan giha semayê banî Xwîn bû rewan ji xortan Zab û Ferat û Co co Hindek ji kurdê nazan xayin dibûn di dil de Bergîl û bed û sersem, meşhûre navê Qaso Rabûn li ber vî şahî wek pilingan diçûn hev Tirkê me bûye dewlet, wek dewleta Holako Wan şêx Se'îd efendî girtin di cejnê rojî Gelek mezin digel wî xistin şerîtê, yaro Mela û şêx û begler kuştin serê di wana Li ber tifing û topan manendî gog û kaşo Pîr û ciwan û bûka biskên di reş qusandin Wan şeng û şoxeqamet, ebrû hilal û rûro Gazî dikirne Yezdan, ya reb xwedo tu zanî Em mane jar û mehrûm, bê mal û mêr û zaro Sed şah û begler û Mîr, kuştin ji me neyara Namûs nema bi carek, bo şêxekanê bedgo Pîvaz çi sor û gewre, tev tûj û noye herdem Tirko çi dost û dijmin, dijwar û tal û her no Min dî yekî ciwanmêr, ku ev xeber me guhkir Yanî Se'îdê kurdî ev gotina ku tê go Go :Em heçî we kuştin tev bûn şehîd û gazî Herdem ji bonî kurda ta heşrê em di'ago Saxê me dê li şer bin, herdem digel we Tirkan Hetta ku bêne ser min, bê rabe Tirko rabû Wellahî bûm Cegerxwîn, derdê min pir girane Ji herdu çavê min xwîn, wek Zab û Dicle derbû *Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 54-56, tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz