Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Sipêde hatîye der dîsa Me dî naka sîmên sayê Benî û berbenî însan Li ser singa sîmên sayê Berî da gulşen û baxa Bi nazdarî wekî axa Dinalim ez wekî zaxa Ji dîdara Suleymayê Ji ber dîdar û pertavê Ji şewqa wê belek çavê Wekî zîzok li wê navê Kelemper bûm li ber bayê Ji ber şewqê kelemper bûm Çin ko serxoş û meyxwer bûm Li wê navê di hevwer bûm Me dî naka Şehînşayê Sivik hat û giha ser min Bi nazdarî xwe da ber min Sipî dest û tilî nerm in Bi diljarî me ber dayê Bi sermestî, bi diljarî Bi ax û nalî û zarî Me ser danî di wî warî Li ber pê gewr û zîbayê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz