Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bira zanibe pir xweşe serxwebûn Bi destê weye hatin û tev hebûn Tu azad û serbest û pir payedar Bi destê tene tevde rêjîm û dar Xwedî nav û nîşan û ala û nan Dinav dewletan de dibî serbilind Li hindir dibin tev xwedî mal û gund Li her dewletek qunselek dê hebî Şiyarê welat û mirovên te bî Hezaranê dezgeh bi dest têne kar Xwedîke bi wan leşkerek navîdar Firokan tu çêke, gelek tangû top Bi şûnve bihêle gelek rêç û şop Tu sînor û derbend û bajar û gund Biparêze hingî dibî serbilind Dikarî bi zanîn û zor û hiner Tu rista xwedeynî li her şûn û der Zimanê te şêrîn û pir xweş dibî Riwê herkesî dê bi te geş bibî Ji nûve bibêje kurê kême ez ? Gelek mêr û gernas û pir çême ez Xwedî dewlet û zar û pir leşkerim Kurê koreş û kawisim, Ejderim Belam pir hesanî mebîn serxwebûn Qelen pir girane hemî tiers û xûn Bi zindan û talan, bi kuştin, bi şer Xebat û lebat û çiwîn û veger Divê gorîyên pir di vê rê bidin Bi serxwe nikarin bijîn ger nedin Heta ko nedin mal û can û hebûn Bi destê xwe naxin kesek serxwebûn Hezaran hezar mêr di vê rê diçin Di vê rêde em wekhevin mêr û jin Ku bajar û gundên te kavil nebin Hemî arezûyên te tavil nebin Welatê te tevde gemar û qirêj Li ser wî bira rabe xwînê birêj Bixwînê tu paqijke gerş û gemar Mehêle ku bostek bimênî beyar Eger malû can û serê xwe nedî Te ev serxwebûn wilo xweş nedî Di vê rêde bimre tu dilşad û geş Gula sor di sînga te perwaye xweş Li ber pê birêje tu mal û hebûn Mebêje ku bimrim çiye serxwebûn ? Ewê ko bi Cengîzre cengê bikî Divê rengê Rustem li kengê bikî Eger em dixwazin ku azad bibin Li ser vê sitêra xwe dilşad bibin Divê em serê xo bidin ber şegan Netirsin bicarekji dengê segan Ewê ko xwe berdî Ferat û Qizil Gerekevjenî zanibî ew bi mil Ewê ko ji mal û ji canê xwe têr Dixwazî bikî ew şerê Erdeşêr Ewê ko bi xencer neparêzî cî Liber ço wekî go diçî her diçî Eger ko bi xurtî neparêzî rez Ji hawîr dixun wî rezî hirç û pez Eger ranekî xweş li ber bexçe sênc Ker û golikê herine nav çar û pênc Dixwazim bizanî ko barek giran Venakin girêka me dest û diran Eger em nemêrxas û gernasî bin Nikarin di vê rêve derbasî bin Eger em bitirsin ji dar û ji ben Nikarin vî barê giran hilgirin Eger em ne jîr bin û dest nedne hev Nikarin girêkê vekin em bi dev Ne sed rence lîstik, çi nehberk û dam Divê ko berî dijminan herne dam Çeq û berlime çêbikin em diçin Divêm ko bi hevre tucar pevneçin Bi xurtî bi hevre herin cengû şer Bi mal û ziman û bi can û ciger Bi hevre bikin em şerê borcewaz Çi pale, çi cota,çi azadîxwaz Binêr olperest û hemî êlperest Bi hevre şerê me dikin dest bi dest Tenê em nikarin bibin yek enî Li ber royê dijmin, bese ezbenî Heta kengî her wa emê perçe bin ? Ji solên beganre wekî firçe bin Ji olê, ji êlê nema kar dikin Dixwazin bi kurdî me bindar bikin Ne kurdin ne jî wek me azadîxaz Hemî kevnexwazin dibin borcewaz Welatê me xwarin bi zor û bi dîn Ji derdê ewan min ciger bûye xwîn Dinalim, diqîrim wekû çeng û ney Li sîngê kişandin hezar daxû key Dixwazim şiyarbin ji dil xwendevan Jin û mêr û gundî, hemî palevan Bi hevre herin pêş bi rêpû bi xap Bi ser wande bişkin wekî şîp û şap Heçî ko bixwazî bi rast û ji dil Digel me bi pêşde herî mil bi mil Kurê kurde ew jî dibî serbilind Birayê me ye ew kesê pak û rind Belam ew kesê dest bidî dest neyar Nayarê me ye wek sehê dîn û har Divê bête kuştin wekî mar û mişk Meger mehdara wî bikin dê û xuşk Belam çende bûrîde ev mah û sal Kudik qet nebûne keroşk û xezal Tu cewrên guran jî çi mêr û çi jin Ke dîkî, xwe dîkî dibin qet bizin ? Neraste ku bêjin hemî em yekin We yan em bibêjin dibî tew bekin ? Ku çêlîkê maran bi jehr û mirin Weha renge cewrên guran tim gurin Divê dar û ferman bi destê me bin Di sênca mede ba dever qet nebin Şiyarbin, li kar bin wekî cin û jîr Bi pêşde bibin em mirovên feqîr Hevalo tu rûmet bide palevan Ewe pişt û hana te rojêngiran Ewe ê ku dezgeh bi pêşve dibî Li kû danişî ew we ya xund çibî ? Hevalê teye ew , çi tirk û çi firs Ji kû ye ? li kû ye ? kiye ? lê mepirs Çi oartî bi te bê û bawer bikî Nebî ko ji wîre xwe gawir bikî Tenê hoşîyarbe, ne derwêş û dîn Digel wî here lê ne vîn û evîn Eger ko dikarî tu alî bike Heçî pêre hevalî bike

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz