Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu rêzan be carek siyaset bixwîn Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn Bide pêşiya me wekî pehlewan Bi zanîn me derbas bike, xwendevan Eger bûyî carek tu rêzan û jîr Ji bo dibî rokê xweş wezîr Dikarî xebatek pir mezin bikî Berîkê tijî gewher û dir bikî Mijûl be bi zanîn û hem torevan Bibe payedarek di nêv cihan Bilîze bi zanîn di nav dewleta Bibe jîr û hozan di nav mileta Bi paye serê me bilindbî bi te Bi zanîn çi bêjî guhê me li te Ji bo me li her der bibe bervedêr Di rojên şeran de bibe xurtemêr Siyaset û tarîx û tora û rist Bixwîne bi hev re ciwan û dirist Bibe jîr û zana di her çax û dem Ji ser me tu rake çi zor û setem Tu rêzan be qurban xweşe zanebûn Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn Tu hozan û rêzan be ey xwendewar Bi van herdiwan dê bibî navdar Ji milet re baş be ku bû karbidest Bizane ku milet ji me ev dixwest Dixwazim tu zû-zû bibî hoşîyar Nebî zorperest bî bira wek neyar Serê te bilind e dema rast herî Emanet, ji kes re nebî wek terî Dilê xwe mebe mal û zêr û pera Gelek jîn xweş e lê bi rastî, bira Ji milet re carek dibî sermiyan Mehêle ku carek bibî lê ziyan Ji bo te bere ew bibî dost û yar Mirovê teres bî, ji jînê çi kar? Xebata ji milet re karê te ye Bizane ku ew jî şiyarê te ye Bi rastî bi wî re eger xweş biçî çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz