Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Di navbera çemê Ferat û çemê Şet Cizîreke zirav û dirêje, yekxet Tev çiya û deşt û dar û kanî Kelat û sera û gund û birc û xanî Kaniya 'Ereban Tilebyed û Ras-el-eyn Derbasî û Amed û Qamişlo, Nesibeyn Tirbe-sipî Dêrûn û Dêrik û Eyndîwer Digel Hesiçe bajarên kurdin yekser Beraz û Mil û Kîk û Taqor û Pînaralî Sinceqa Aşît û Deşta Hesinan û Alî Ev tev kurdin û Kurdistan welatê wan Lê bê xîret û bindestin tev mane wek bêgan Bêzar û xwendin û tarîx tev bêkes Bêser û berin, ne wek Çeçan û Çerkes Berg û zar û nav û gonê wan sed rengin Li nav xelkê bê nav û nîşan û dengin Her êlek çar hezar mêrin bêgoman Hemî rêncber û cotar û şivan û gavan Di nav her êlekê yek axa yek xwînxwar Ne bîrbir û bêhiş û xwendin û bêkar Gerçî wekî Rustem û Guhderz û Êzdînşêrin Lê çi bikim ji hev re tev 'egîd û mêrin Rojekê bîr nabin ku destên hev bigirin Ji bona welatê xwe serbilind bimirin Çiqasî ew mêrin, hewqasî ew merdin Tev nandar û navdarên nejadê kurdin Ji wan re divê yek hozan û yek pispor Wan bigihînî hev geh bi xwendin û geh zor Xuyaye ku Kurd bi çend sal berî Aşûr Li ser Zab û Dicle, Ferat û Xabûr Her bi vî awayî tev mane bê rûmet Bi zarê kurmancî ne kolane yek xet Tarîxên Aşûr û Kildan û hem Ermen Firs û 'Ereb û Fireng û Rom û Germen Ji we mijûlin, her bi kuştin û talan Guhderz û Rustemê kurd bindestê Eyran Kurdistan ne pîvaye, seydayê Meltebrûn Paşayên me najimêrî Yewnaniyê Ksênêfon Ne pêxemberên me ne Zerdeşt û Mezdik û Manî Yek rehberê me heye seydayê Xanî Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn Li nav kurdaye, lê wek cihayê bê dîn *Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 64-65, tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz