Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez, Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez. Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem, Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez. Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê; Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez. Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin, Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez. Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke; Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres. Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê, Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez. Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê, Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez. Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye; Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez. *Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, r: 95, tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz