Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Welatê min, nizanî ez nexoş im, Wekî kundan dikûrim, bê qidoş im. Di vî warê hebûnê Pîremerd im, Di baxê jînperestî mey dinoşim. Ribab im, dilkibab im, tim dinalim, Wekî Zab û Ferat im, her bi coş im. Mebîne pîr û kal im, tim dinalim, Di cengê de şepal im, pir xeroş im. Evîndar im, birîndar im, çi bêjim? Di hindur de disûjim, ez Heboş im. Li hawîr dijminên min tên bi êrîş, Dibênî, ko li her alî bi poş im. Ne poşman im, li rêça min binêrin, Fireh bûme, li bejna te kiloş im. Li her alî dibazim, rengê baz im, çi dolab im, bi çerx û ger û doş im. çi kêmasî hene, ko Kurd bidin ser, Neyê bîra te carek, ez bi poş im? Ne dîn im, ko evan ristan dihûnim, Cegerxwîn im, ne serxoş im, li hoş im.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz