Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Sorgul ji baxê ciwan im weşîn Bilbil li şaxê umrem dikin şîn Hêsir ji çavêm xuşîn û meşîn Mêrane rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan çendî bilind im serê min sar e Cobar ji çavêm xweş têne xar e Sih sal e deng û qîr û hewar e Mêrane rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Axîn welatêm zanim tu qîz î çi bikim ku dijmin bi te dilîzî Qêrîn dikim ez kes nabihîzî Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Zanim tu rind î xweş û ciwan î Rustem tu xwestî ji bo me anî Dijmin ji dest me bi zor deranî Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan çi qas delal im porim ji zêr e Belê we xwestim nizam ji kê re Rovî revandim ji destê şêr e Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Dijmin li ber te destê me digrî Himbêz dikî xweş, tifû tu bimrî Namûs nemaye, bo çi tu digrî Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Sonda me şax û kulahê Rustem Yan em te bigrin, yan tev biçin em Ji ser xwe rakin derd û kul û xem Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Kûrkûr menale em tev biriştin Qurban metirse va em gihiştin Yan dê te bigrin, yan bêne kuştin Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Sonda me xwîna Seî`d û Qazî Hetta bi zorê tu min nexwazî Ez dê binalim hewar û gazî Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Eger bi xurtî hûn min bixwazin Li we bipêçin zendên bi bazin Dilxoş û bê xem li ser mi razin Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Dijmin siwar e lê bê celew tê îdî ji şerma nema me xew tê Serê wî neşkê qîma me hew tê Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan Ji bîr neçûye li ser te digrîn Ev bû du sed sal em jar û xemgîn Derdê te kuştin hezar Cegerxwîn Namûs e rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz